'Sûczanîna asayîkirina pêwendiyên bi Israîlê ra nîşana piştevaniya ji ramana Filistînê ye'
Tevgera Hizbullaha Libnanê pesendnameya parlimana Iraqê derbarê sûczanîna asayîkirina pêwendiyan tev Rejîma Siyonîst nîşana piştevaniya iraqiyan ji ramana Filistînê zzanî.
Li gorî rapora Ehd Newsê, Tevgera Hizbullaha Libnanê roja Înê bi daxuyaniyekê sipasiya biryara parlimana Iraqê ya sûczanîna asayîkirina pêwendiyan tev Rejîma Siyonîst kir û ev pesendname wek pêngaveke girîng û mezin ji bo piştevaniya ji gelê Filistînê û dersa dîrokî ji bo sazişkaran da zanîn.
Di daxuyaniya Tevgera Hizbullaha Libnanê da hatiye: Tevgera Hizbullaha Libnanê bi diyarkirina serfirazî û sipasiya xwe ji biryara dîrokî û girîng a parlimana Iraqê derbarê sûczanîna asayîkirina pêwendiyan tev dijminê siyonîst wê wek pêngaveke mezin û li dijî pêvajoya heqaretbar a asayîkirina pêwendiyan ji aliyê hin welatên erebî dizane.