Di teqîna li bazara Adenê ya li başûrê Yemenê de 35 kes mirin û birîndar bûn
May 27, 2022 00:00 Asia/Tehran
Li bajarê Aden ê li başûrê Yemenê, li nêzî bazarekê teqînek pêk hat û di encamê de 35 kes mirin û birîndar bûn.
Li gorî malpera Aden El-Yewm, teqîn îro Pêncşemê li navenda Bazara Şêx Usman pêk hat û li gorî fermandarê polîsên herêmê, bombe di nav bermîlekê de hatibû bicihkirin.
Li gorî agahiyan di teqînê de herî kêm 5 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn ku yek jê zarok e.
Hin çavkaniyên herêmî jimara kuştiyan zêde ji vê yekê radigehînin, pêşbînî dikin ku ji ber qerebalixa zêde kuştî zêde bibin.
Di vê navberê de, alozî û pevçûnên di navbera çekdarên Encumena Veguhêz de ku îdiaya cudabûna ji Yemenê dikin, û leşkerên dewleta îstifakirî ji destpêka şer û vir ve hertim hebûye.