Hemas: Em ê bersiveke wêranker bidin her cûre destdirêjiya ser pîrozweriyên filistîniyan
Endamê payebilind ê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) ragihand, her cûre destdirêjiya ser pîrozweriyên filistîniyan dê tûşî bersiva wêranker were.
Îsmaîl Rizwan, endamê payebilind ê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) got: Filistînî bi saya serkeftinên ku berxwedanê bi dest xistine, zêdetir ji her demeke din li vegerê nêzik bûne.
Rizwan her wiha got: Berxwedan bijardeya herî baş ji bo sekinîna li hemberî dijminê dagirker û planên wî ye.
Roja derbasbûyî Ziyan Nexale Sekreterê gişt ê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî di axaftinekê da bi boneya salvegera 74an a karesata dagirkirina Filistînê nasyar bi Roja Nekbetê (Serşûrî),
got: Em dikarin gefê li Rejîma Siyonîst bixwin û hin goriyan li tevahiya erdên Filistînê ser vê rejîmê bisepînin.