Sedî 41 gelê Libnanê beşdarî hilbijartina parlimanî ya vî welatî bûye
Wezîrê karên hundir ê Libnanê asta beşdariya di hilbijartina parlimanî ya vî welatî derdora ssedî 41ê da zanîn.
Dora dawiyê ya hilbijartina parlimanî ya Libnanê roja Yekşemiyê hat lidarxistin. Di vê hilbijartinê da 718 berendam di çarçova 103 lîsteyan ji bo bidestxistina 128 kursiyên parlimana Libnanêz ketin hevrikiyê.
Besam Molewî wezîrê karên hundir ê Libnanê Yekşemiyê bi şev ragihand, asta beşdariya di hilbijartina parlimanî ya vî welatî derdora ssedî 41ê bûye.
Qonaxa yekem û duyem a vê hilbijartinê taybetî libnaniyên derveyî welêt di hefteya derbasbûyî da li 58 welatên cîhanê hat lidarxistin ku asta beşdariya tê da sedî 60 bû.
Gelê Libnanê roja Yekşemiyê di halekî da dengê xwe da ku karzan pêşbînî dikin ku hevpeymaniya Hizbullah û hevpeymanên wê bi taybet bi saya nakokiya partiyên sune û qelaşa navbera tevgerên girêdayî bi koma "14ê Adarê", careke din weke sala 2018an serketiyê hilbijartinê bin.
Tevgera Emelê wek hevpeymna Hizbullahê di hilbijartina parlimanî ya Libnanê da berbanga îro qala serkeftina gişt berendamên xwe di bazineyên hilbijartinê da kir.
Di mehên vê dawiyê da gelek rapor derbarê destwerdanên Amerîka û Erebistanê di pêvajoya lidarxistina hilbijartina Libnanê da hatibûn weşandin.