Nesrullah: Bila desthilatdarên aştîker bi Israîlê ra ji şehîdbûna Ebû Aqileyê şerm bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i333941-nesrullah_bila_desthilatdarên_aştîker_bi_israîlê_ra_ji_şehîdbûna_ebû_aqileyê_şerm_bikin
Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê tevî dayîna sersaxiyê ji ber şehîdbûna Şîrîn Ebû Aqileyê bi destê hêzên siyonîst ên dagirker, got: Aştîker divê ji şehîdbûna wê şerm bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 14, 2022 03:42 Asia/Tehran
  • Nesrullah: Bila desthilatdarên aştîker bi Israîlê ra ji şehîdbûna Ebû Aqileyê şerm bikin

Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê tevî dayîna sersaxiyê ji ber şehîdbûna Şîrîn Ebû Aqileyê bi destê hêzên siyonîst ên dagirker, got: Aştîker divê ji şehîdbûna wê şerm bikin.

Li gorî nûçeya IRNAyê, Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê roja Înê di Komcivîna Hilbijarrtinê da got: Şehîdbûna Şîrîn Ebû Aqileyê şehediyek derbarê cinayeta dijmin û bindestiya gelê Filistînê û kuştin û binpêkirina mafên mirovan bû.

Nesrullah bi gotina vêya ku peyama herî bihêz a şehîdbûna Ebû Aqileyê ev e ku ew mesîhî ye, tekez kir: Rastiya hovane û dijminiya Israîlê ji tevkujiya Filistînê heta Libnan û Misirê neguheriye.

Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê bi gotina vêya ku desthilatdarên aştîker (sazişker) di gel Israîlê bila ji şehîddbûna Ebû Aqileyê şerm bikin, got: Gişt li ber xetera siyasetên vê rejîma nijadperest û nemirovî ne.

Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê tevî amajeya bi alûgorên Libnanê, got: Divê em bi bîr bixin ku Îran û Sûriye ku roja îro beşeke ji kampanyaya hilbijartinê ne, alîkariya berxwedanê li dijî dagirkeran kir û Amerîka û hin welatên erebî pişta Israîlê girt.

 

Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Dijminê siyonîst dixwaze ku gelê Libnanê dest ji berxwedan û çekên Berxwedanê bikişîne û bi dorpêçkirin, zext, tawan û herifandina rastiyan, li dû tecrîda li ser Berxwedanê ye.