Işkenceya giran a 25 yemeniyan: 7 yemenî bi destê leşkerên siûdî hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê qala işkencekirina 25 welatiyên sivîl ên vî welatî bi destê leşkerên siûdî û mirina 7 kesan kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê îro ragihand ku leşkerên artêşa Siûdî li navçeya Reqoyê ya parêzgeha Seideyê, 25 welatiyênn heta asta mirinê işkence kirine.
Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê ragihand: Heft kes ji işkencebûyiyan di dawiyê da canê xwe ji dest daye û leşên wan bo nexweşxaneya Cimhuriyê li Seideyê hatine veguhestin. Ev kes bi girêdana elektrîkê û xeniqandina çêkirî (mesnû'î) hatine işkencekirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê tevî şermezarkirina tund a vê kiryarên ragihand ku ev yek dijî qanûnên mirovî û cîhanî ye û rexne li bêdengiya civakên navneteweyî girt.
Saziya Mafên Mirovan a Eynê jî bi daxuyaniyekê tevî ragihandina vêya ku îhtimala zêdebûna kuştiyan li nav dîlên yemenî heye, got: Vê kiryarên rûyê rastîn ê hikûmeta siûdî ya wehabî-tekfîrî ku pêkvejiyana bi yên din ra tehemil nake, aşkira kir û nîşan da ku gişt îdia derbarê reforman li Erebistanê derew in.
Ji aliyê din va, Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî keştiyeke ardûyê ya Yemenê desteser kir
Berdevkê Kompaniya neteweyî ya Neftê ya Yemenê qala desteserkirina tankêreke din a ardûya vî welatî ji aliyê Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî va kir.
Esam Mtewekil berdevkê Kompaniya neteweyî ya neftê ya Yemenê roja Pêncşemiyê ragihand: Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî keştiyek bi navê Kornît (Cornith) ku hilgira 20,000 ton benzîn û 9 hezar ton gazûlê (diesel) ji bo gelê Yemenê bû, desteser kir.
Li gorî vê raporê, vê keştiyê destûra NY hebû.
Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî çend roj berê jî du tankêrên neftê yên Yemenê bi kapasîteya 61 hezar û 185 ton berhemên neftê desteser kir.