Erebistanê dest danî ser heyîtiyên alîkarê serokkomarê berê yê Yemenê
Çavkaniyên agah ên nêzikî serokkomarê istîfakirî û reviyayî yê Yemenê ragihand ku siûdiyan tevî girtina girtina navmalî ya Elî Muhsin Ehmer, dest daniye ser gişt heyîtiyên wî.
Li gorî rapora malpera Xeber El-Yemenî, çavkaniyên agah ên nêzikî Elî Muhsin Ehmer ragihand ku hikûmeta Erebistanê berpirsyariya Ehmer radestî Sexîr bin Ezîz Serokê erkantiya gişt hêzên sozdarê hevpeymaniya Siûdî kiriye û ev rayedarê berê yê Yemenê li Riyazê û li hebsa navmalî da ye û siûdiyan heyîtiyên wî û heta erebeyên wî li Marebê jî desteser kirine.
Roja 7ê Nîsanê Ebde Rebe Mensûr Hadî di halekî da ku li Riyazê bû di bin zexta Siûdiyan Elî Muhsin Ehmer alîkarê xwe ji kar avêt û piştî wê, gişt desthilatên xwe û alîkarên xwe radestî Konseya Serokatiyê ya di bin rêbertiya kesekî bi navê Reşad Elîmî kir.
Wê demê hin rapor derbarê girtina navmalî ya Hadîê û endamên malbata wî hatin weşandin û hat gotin ku London ji bo azadkirina Mensûr Hadî û malbata wî navcîtiyê dike.