May 09, 2022 18:15 Asia/Tehran
  • Plana opozîsiyona Rejîma Siyonîst ji bo hilweşandina kabîneya Neftalî Bênêt

Çavkaniyên medyayî qala plana opozîssiyona Rejîma Siyonîst bi serokatiya Binyamîn Netanyahû ji bo hilweşandina kabîneya Neftalî Bênêt kir.

Li gorî nivîsîna Rojnameya El-Şerq El-Ewsetê, serokên partiyên rastgir ên Israîlê di civîneke bi beşdariya Binyamîn Netanyahû serokwezîrê berê, planek ji bo hilweşandina kabîneya NeftalîBênêt serokwezîrê niha yê rejîma siyonîst pêşkêş kir.

Beşdarên di vê civînê da ragihand ku ew ê hewil bidin kabîneya Neftalî Bênêt piraniya xwe li parlimanê ji dest bide da ku bi vî awayî êdî rewatiya wê nemîne.

Binyamîn Netanyahû di vê civînê da gotiye ku wî gişt hewila xwe daye ser binxistina kabîneya Bênêt û damezirandina kabîneya nû bi serokatiya xwe. Wî got ku ew ê bi zûtî plana jêstandina baweriyê ji kabîneya Bênêt raberê Kinêsêtê bike.

 

Serepeyv