Sedî 60 libnaniyên derveyî welêt beşdarî qonaxa yekem a hilbijartina parlimanî bûn
Wezîrê derve yê Libnanê qala beşdariya sedî 60ê welatiyên derveyî welêt di qonaxa yekem a hilbijartina parlimanî kir.
Qonaxa yekem a pêvajoya dengwergirtina hilbijartina parlimanî ya Libnanê roja Înê li 10 welatên Îran, Erebistan, Kuweyt, Qeter, Sûriye, Oman, Misir, Behreyn, Urdin û Iraqê hat lidarxistin.
Qonaxa duyem a dengwergirtina hilbijartina parlimanî dê roja Yekşemê li 48 welatên din were lidarxistin.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNAyê, Ebdullah Bûhebîb wezîrê derve yê Libnanê got: Di qonaxa yekem a hilbijartina parlimanî ya Libnanê da ku li 10 welatan hat lidarxistin, 18 hezar û 225 kes ji derdora 30 hezar kesên ku ji bo dengdayînê navê xwe tomar kiribûn, deng dan.
Hêjayî gotinê ye ku hilbijartina parlimanî ya Libnanê her çar salan carê tê lidarxistin.
Parlimana Libnanê 128 kursiyên xwe hene.