Li Sînayê di xeta boriya gazê ya Misrê de teqîn pêk hat
Karbidestên Misrî dibêjin, teqînek li ser boriya gazê ya welat li bakurê Sînayê qewimî.
Hêzên ewlekarî û artêşa Misirê di van salên dawî de bi taybetî li herêma çola Sînayê gelek caran bûne armanca êrîşên komên terorîst.
Grûpên terorîst li bakurê Sînayê pir çalak in, lê ew carna êrişên xwe li naverast û başûrê Sinayê an jî bajarên din ên Misrê pêk tînin.
Li gorî rapora malpera nûçeyan a Misrê, rayedarên Misrê ragihandin ku şeva şemiyê teqînek di boriya gazê ya vî welatî li bakurê devera Sînayê pêk hat.
Di Sibata 2018an de, endamên DAIŞê boriya gaza Misrê li herêma Sînayê teqandin.
Ji sala 2018an ve, artêşa Misirê operasyonên berfereh li dijî endamên tundrew ên ser bi DAIŞê li devera Sînayê pêk anîne û di encamê de bi sedan terorîst hatin kuştin.