Nîsan 28, 2022 18:49 Asia/Tehran
  • Peyama baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî ya Filistînê bi minasebeta Roja Qudsê

Baskê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê li ser amadebûna xwe ji bo rûbirûbûna li hemberî dijminê siyonîst di roja cîhanî ya Qudsê de tekez kir.

Li gorî rapora Palestine Today, “Saraya El-Quds” (Tipên El-Quds) baskê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bi helkefta roja cîhanî ya Qudsê vîdeoyek belav kir.

Li gorî vê raporê, di vîdeoyê de şervanên Seraya El-Quds ku xwe ji bo rûbirûbûna li hemberî dijminên siyonîst amade û biçek dikin, nîşan dide.

Emîn El-Nexaleh Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî li civîneke siyasî bi helkefta roja cîhanî ya Qudsê got: Komara Îslamî ya Îranê di warê piştevanîkirina ji maf, Filistîn û Qudsê berovajî rêya navneteweyî dimeşe.

Ebû Hemze berdevkê baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî jî îro danê êvarê (pêncşemê) bi minasebeta roja Qudsê gotarek û mijareke girîng pêşkêş dike.

Meşa "Roja Cîhanî ya Qudsê" her sal di îna dawî ya meha pîroz a Remezanê de li gelek welatên cîhanê tê lidarxistin.

Serepeyv