Li bakurê Lubnanê keştiyeke ku 60 penaber tê de bûn binav bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i333478-li_bakurê_lubnanê_keştiyeke_ku_60_penaber_tê_de_bûn_binav_bû
Xaça Sor şeva Şemiyê ragihand ku keştiyek ku 60 penaber tê de bûn li peravên bajarê Trablusê li bakurê Libnanê binav bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 24, 2022 07:31 Asia/Tehran
  • Li bakurê Lubnanê keştiyeke ku 60 penaber tê de bûn binav bû

Xaça Sor şeva Şemiyê ragihand ku keştiyek ku 60 penaber tê de bûn li peravên bajarê Trablusê li bakurê Libnanê binav bû.

Li gorî rapora IRNA`yê; Xaça Sor a Lubnanê jî ragihand ku piştî binavbûna keştiyê 7 ambûlans bo bendera Trablusê li bakurê Lubnanê hatine şandin.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên Lubnanê, qayiq bi awayekî neqanûnî ji peravên Lubnanê derketiye.

Medyaya Libnanî hîn hejmara kuştî û birîndarên binavbûna vê qayiqê belav nekiriye.