Derketina dagirkerên sîyonîst ji mizgevta Eqsayê û şabûna filistînîyan
Ciwanên filistînî piştî derketina leşekrên dagirker ên sîyonîst ji hewşên mizgevta Eqsayê dest bi cejn û şayîyê kirin.
Leşkerên sîyonîst digel bajaroknişînên sîyonîst îro derbasî hewşên mizgevta Eqsayê bûn û çend saetan li wir man û di dawîyê da ji ber berxwedana nimêjkerên filistînî neçar man ku ji mizgevta Eqsayê derkevin.
Ciwannê filistînî jî ji ber vê yekê sicdeya şukrê li hewşên mizgevta Eqsayê kirin û serketina xwe himberî dagirkerên sîyonîst û derketina wan ji mizgevta Eqsayê ray dan.
Di vî halî da Hazim Qasim Berdevkê HAMASê got: Têkoşîna gel û nimêjkerên filistînî himberî leşekrên dagirker li mizgevta Eqsayê heta derxistina dagirkeran ji hemî warên Filistînê yê bidome.
Wezareta Karên Derve ya Filistînê jî, Rêjîma Sîyonîst berpirsê tam ê êrişa xwînavîn ser Qudsê û warên pîroz ên mesîhî û misilmanan zanî.
Wezareta Karên Derve ya Filistînê êrişa hovane ya îro ya hêzên dagirkerê Qudsê, polîs û dezgehên ser bi wan ser mizgevta Eqsayê, nimêjker û rojîgirên li vî warê pîroz şermezar kir.
Bajaronişînên sîyonîst ji sibeya îro va hevgavê destpêbûna merasima heftrojî ya Eyda Feshê ya cîhûyan êrişî qibleya yekê ya misilmanan kirin û di navbera her du alîyan da pevçûnên giran derketin ku di encamê da 17 filistînî birîndar bûn.
Leşkerên Rêjîma Sîyonîst roja înîyê jî êrişî nimêjkerên filistînî yên li hewşên mizgevta Eqsayê kirin ku di encamê da 160 filistînî birîndar bûn ku tê gorin rewşa hinekan giran e.