Nîsan 11, 2022 17:17 Asia/Tehran
  • Leşkerên siyonîst wek kedkarên baregehên amerîkî li navçeyê dixebitin

Ev demek e ku hin alavên sîxorî û firrînê yên Rejîma Siyonîst hevrê di gel karzanên leşkerî yên vê rejîmê li baregehên Amerîkayê li hejmareke welatên navçeyê bi cih bûne û û wek hêzên amerîkî kiryarên ciyawaz û serbixwe dikin.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Noor Newsê, Hin belge û dîmenên deqîq ji hebûna alavên firrîn û sîxoriyê yên Rejîma Siyonîst li baregehên Amerîkayê li hin welatên navçeyê hene ku zanyariyên meydanî piştrast dikin.

 

Berpirsên payebilind ên welatên ku karzanên israîlî bi vê şêwazê derbasî wan welatan bûne, haya wan ji vê mijarê heye, lê vedibijêrin ku bêdeng bimînin.

Mijara girîng, hebûna hêzên istixbaratî û leşkerî yên Rejîma Siyonîst li baregehên Amerîkayê li wan welatan e ku têkiliyeke nêzik bi Îranê ra hene.

Armanca sereke ya siyonîstan, sîxorî û komkirina rasterast a zanyariyan ji baregeh û niqteyên hesas ên Komara Îslamî ya Îranê ye.

 

 

Vê Wezaretî îro ragihand ku hêzên ûris di operasiyonekê amûrên pergala berevaniya mûşekî ya S300ê ya Ukraynê ku ji Ewropayê wergirtiye, ji nav birin.

 

Serepeyv