Nîsan 05, 2022 17:32 Asia/Tehran
  • Siûdiyan biryara dûrxistina Mensûr Hadî da

Dûrxistina serokomarê îstifakirî yê Yemenê ji şêwirînên bi komên yemenî yên hevalbendên hevpeymaniya siûdî li Riyazê, siyaseta vê hevpeymaniyê ya derkirina wî nîşan dide.

Hevdîtinên Riyadê yên li ser Yemenê roja Çarşema buhurî bêyî beşdariya serokê dewletê yê îstifakirî Ebdurrebeh Mensûr Hadî û cîgirê wî û serokwezîr Muîn Ebdulmelik dest pê kirin.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya malpera ajansa nûçeyan a Yemenê, piştî nebûna "Mensûr Hadî" serokomarê îstifakirî yê Yemenê li şêwirên Riyazê yên paytexta Erebistana Siûdî ku li ser vexwendina Konseya Hevkariya Kendava Farsê dest pê kiribû, Riyadê biryar da ku Ebd Rebbe Mensûr Hadî yê ku ev demeke dirêj e li Erebistana Siûdî dijî, ji kar dûr bêxe.

Balyozê Erebistana Siûdî li Yemenê Muhemed El-Cabir di vê heyamê de her hevdîtinên siyasî yên bi Mensûr Hadî re qedexe kir û nehişt ku ew li pêşberî medyayê derkeve û Riyazê jî rê nedaye wî ku têkiliyên herêmî û navneteweyî çêbike.

Li gorî raporên di rojavade, ev guhertin di demekê de dikevin ber çavan ku Erebistana Siûdî hewl dide Mensûr Hadî û şanda pê re veguhezîne welatekî sêyem ku xuya ye Misir e, di çarçoveya hewlên ji nû ve avakirina kabîneya Yemenê.

Serepeyv