Nîsan 01, 2022 15:07 Asia/Tehran
  • 123 binpêkirin ji aliyê destdirêjkerên amerîkî-siûdî li Hudeydeya Yemenê hatin tomarkirin

Çavkaniyên nûçeyan ragihand ku hevpeymaniya siûdî 123 caran agirbesa li parêzgeha Hudeydeya Yemenê binpê kiriye.

Hevpeymaniya Siûdî berbanga Çarşemiyê îdia kir ku operasiyona xwe ya leşkerî li Yemenê dide rawestandin. Ev di halekî da ye ku ev agirbes ji dema ragihandina wê va heta niha ji aliyê Hevpeymaniya Siûdî hatiye binpêkirin.

Li gorî rapora roja Înê ya El-Mesîreyê, Hêzên Hevpeymaniya Siûdî şeva derbasbûyî bi êrîşên topxane, mûşek û operasiyona naskirina asimanî li ser hin navçeyên Hudeydeyê, ev agirbes binpê kiriye.

Balefirên şêrr ên Hevpeymaniya Siûdî di saetên derbasbûyî da sê caran bajarên Hezm û Xeylê li parêzgeha Cewfa Yemenê bombebaran kirine.

 

Serepeyv