Adar 26, 2022 15:31 Asia/Tehran
  • Dûkela agirpêketina bi binkeya zimhêrkirina neftê ya Aramco'ya Erebistanê belav dibe

Çavkaniyeke medyayî qala agirpêketina tam bi binkeyên neftê yên Komaniya Neffta Erebistana Siûdî (Aramco) li Cedeyê kir.

"Saudi Aramco" ku bi fermî wek Kompaniya Neftê ya Erebistana Siûdî tê naskirin, kompaniyeke giştî ya neft û gaza xwezayî li Zehrana Erebistanê ye.

Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê êvara Îniyê wek berteka li hemberî cinayetên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî, binkeyên Aramco'yê li Cedeya Erebistanê dan ber êrîşê.

Çavkaniyên agah roja Şemiyê ji El-Meyadînê ra ragihand ku raporên kêmdîtî ji şewitîna tam a bineyên Aramco'yê li Cedeyê û agirpêketina berfireh hatine weşandin.

Çavkaniyên agah her wiha qala nakokî û jikarketina li hêzgeheke siûdî ji ber operasiyona artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê kir.,

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê ragihandiye ku ew ê êrîşên xwe li ser Erebistana Siûdî heta rakirina dorpêça li ser vî welatî bidomînin.

 

Serepeyv