Hêzên yemenî bi Dronan û mûşekan êrişî hêzên hevpeymaniya Siûdî ya dagirker kirin
Adar 26, 2022 00:37 Asia/Tehran
Medyaya Erebî ragihand ku hêzên yemenî bi droneyan êrişî hevpeymaniya dagirker a bi serkêşiya Erebistana Siûdî kir.
Koalîsyona Siûdç jî ragihand ku mûşekek li stasyona kehrebayê ya li Samîte ketiye.
Berdevkê vê Koalîsyonê "Turkî El Malikî" di daxuyaniyekê da zanîn ku sibeha îro Înê 6 dronên teqemenî avêtin herêma başûrê Erebistana Siûdî.
"Turkî El Malikî" di daxuyaniyeke din de ragihand ku 3 firokeyên din ên bêfirokevan ji bo navendên petrolê yên Erebistana Siûdî hatine şandin û bi vê yekê hejmara firokeyên bêfirokevan ên ku hatine şandin gihîşte 9-yan.
Li aliyekî din jî berdevkê leşkerî yê Dewleta Rizgariya Neteweyî Yehya Serî bi twittekê got dê tevger di demeke pêş de hûrgiliyên operasyona berfireh li kûrahiya Erebistana Siûdî eşkere bike.