Adar 14, 2022 12:41 Asia/Tehran
  • Yemen li ser hêla şerê Rûsiye û Ukraynê

Hevdem di gel şerê Rûsiye û Ukraynê û girantirbûna rewşê li pey zêdekirina boykotên li Rûsiyê û bersiva Rûsiyê bo van boykotan, hêzên yemenî jî êrîşên xwe li ser binkeyên petrolê yên Erebistanê zêde kirine.

Li gorî rapora Ajansa Yemeni Press'ê, Dewleta Senayê di saetên borî da ragihand ku êrîşên xwe li ser binkeyên petrolê yên Erebistanê didomîne. Wê her wiha berpirsyariya êrîşa bi dronan li sser binkeyên Kompaniya Aramkoyê li Riyaz û Ebha û Cîzanê jî da ser milê xwe.

Ev di halekî da ye ku Ewropa û Amerîkayê piştî boykotkirina petrola Rûsiyê, ji bo cebirandina valatiyê, hêviya xwe li Erebistan û Imaratê girêdane û hêzên yemenî jî ji vê hêlê va ji bo bidawîanîna destdirêjî û dorpêça 7 salî, ji bo girankirina qeyrana heyî ketine tevgerê.

Amerîka û Ewropa, Erebistan û Imaratê wek sermiyandanerên sereke yên OPEC'ê, wek hêviya xwe ji bo kêmkirina asta qeyrana petrolê bi rêya zêdekirina berhemanînê dizanin.

Tevî ku OPEC mukir hatiye ku nikare valatiya heyî cibran bike, tevî vê yekê dikare roleke girîng di kêmkirina qeyranê da hebe.

 

Serepeyv