Çile 28, 2022 16:00 Asia/Tehran
  • Bombebarankirina deverên cuda yên Yemenê ji aliyê balafirên siûdî ve

Çavkaniyên medyayî ji êrişên balafirên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî ser deverên curbicur ên Yemenê xeber dan.

Li gorî nûçeya El-Masîra îro Înê; Balafirên şer ên Koalîsyona Erebistana Siûdî di 24 saetên borî de herêmên niştecihbûnê yên parêzgeha Senayê bombebaran kirin.

Navçên niştecihbûnê li parêzgeha Seda ya bakurê Yemenê jî bûne armanca êrişên herî giran ên balafirên Erebistanê.

Li gorî vê raporê, deverên parêzgeha Zemarê (rojavayê Yemenê) jî bûne armanca êrişên balafirên şer ên Erebistanê.

Ji aliyê din ve, balafirên destdirêjker ên siûdî roja çarşemiyê 50 caran deverên curbicur ên Yemenê bombebaran kirin.

Şerên Erebistana Siûdî û hevpeymanên wê li Yemenê heta niha bûne sedema kuştin û birîndarbûna bi sedan hezar yemenî û awarebûna 4 milyon kesan.

Êrîşên leşkerî yên Erebistana Siûdî herwiha zêdetir ji 85% ji binesaziya Yemenê wêran kirine û ev welat ji ber kêmbûna xwarin û dermanan xistiye nav rewşa xirab û tengasiyê.

Serepeyv