Çile 08, 2022 22:04 Asia/Tehran
  • 4 jin û zarok di encama êrîşên topxaneyên kirêgirtiyên siûdî li başûrê Yemenê hatin kuştin

Çavkaniyên medyayî ragihandin ku kirêgirtiyên siûdî malên sivîlên yemenî li başûrê vî welatî topbaran kirin û di encamê de 4 jin û zarok hatin kuştin.

Li gorî “El-Masira; Çekdarên hevpeymaniya siûdî îro şemiyê piştî nîvro herêma Wadî Resiyan li bajarê Meqbeneyê li parêzgeha Taizê (başûrê Yemenê) bi topa giran hedef girtin.

Li gorî vê raporê, di encama êrişê de 2 keç û 2 jin hatine kuştin û 2 keçên din jî birîndar bûn.

Pêştir jî çavkaniyên medyayî belav kiribûn ku balafirên cengê yên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî zêdetir ji 70 caran bajarên curbicur ên Yemenê bombebaran kirine.

Îro danê sibê di encama êrişa balafirên cengê yên siûdî ser Seideyê li bakurê Yemenê de, 2 welatiyên yemenî hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Di encama şerfiroşiyên Erebistana Siûdî û hevalbendên wê li Yemenê heta niha bi sedan hezar yemenî şehîd û birîndar bûne û 4 milyon kes jî aware bûne.

Êrîşên leşkerî yên Erebistana Siûdî herwiha bûye sedem ku zêdetir ji 85% ji binesaziya Yemenê wêran bibin û ev welat ji ber kêmbûna xwarin û dermanan bi giranî ketiye nav astengî û kêmasiyan.

Serepeyv