Cinayeta nû ya hevpeymaniya siûdî li Yemenê; 16 sivîl hatin kuştin
Televîzyona El-Mesîra ya Yemenê şeva îniyê ragihand ku di encama êrişa çekdarên hevalbendiya destdirêjker a siûdî ser beşa "Meqbena" li parêzgeha "Teiz" a vî welatî, herî kêm 16 welatiyên yemenî hatin kuştin.
El-Masira ragihand ku hejmarek zarok hatine kuştin.
Li gor çavkaniyên yemenî, bi sedema berdewamiya firrîna balafirên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî li ser wê deverê, îmkana gihandina tîmên rizgarkirinê bo rakirina kelefe û xirabiyan ji bo derxistina qurbaniyan tine.
Şervanên koalîsyona êrîşkar ya Siûdî jî şeva Înê herî kêm du caran Balafirgeha Senayê û deverên derdora wê bombebaran kirin.
Derbarê ziyan û xisarên canî heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.
Di çend hefteyên borî de, hevpeymaniya destdirêjker a siûdî çend caran deverên niştecihbûnê li parêzgehên curbicur ên Yemenê kirine armanc.
Erebistana Siûdî bi piştevaniya Amerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015an ve dest bi êrişa leşkerî bo ser Yemenê û dorpêça bejahî, deryayî û hewayî kiriye.
Destpêka şerê Erebistana Siûdî û hevalbendên wê li Yemenê heya niha bûye sedema kuştin û birîndarbûna bi sedan hezar yemenî û awarebûna 4 milyon kesan.
Êrîşên leşkerî yên Erebistana Siûdî herwiha zêde ji sedî 85 ji jêrxana Yemenê wêran kirine û ev welat di warê xwarin û dermanan de bi gelek kêmasiyan rûbirû bûye.