Balyozxana Filistînê li Tehranê kiryara Brîtanyayê ya terorîst binavkirina Hamasê şermezar kir
Balyozxana Filistînê ya li Tehranê bi daxuyaniyekê kiryara Brîtanyayê ya ku Hamasê bi terorê sûcdar dike şermezar kir.
Li gorî rapora ISNA`yê, Balyozxana Filistînê li Tehranê bi daxûyaniyekê ragihand: Balyozxana dewleta Filistînê li Tehranê bi tundî biryara dewleta Brîtanyayê ji bo tawanbarkirina komek ji komên berxwedêr ên Filistînê bi terorîzmê û rakirina pêngavên zalimane li dijî vê koma girîng şermezar dike.
Di vê daxuyaniyê de her wiha hatiye diyarkirin: "Me hêvî dikir ku hikûmeta Brîtanyayê dewsa vê kiryara xwe, di salvegera serxwebûna Filistînê de vê hikûmetê bi fermî nas bike."
Balyozxana Filistînê li Tehranê di daxûyaniya xwe de ragihand: “Hejmara welatên ku dewleta Filistînê nas kirine ji hejmara welatên ku Rejîma Siyonîst nas kirine zêdetir e, loma em hêvîdar bûn ku hikûmeta Brîtanyayê ku sebebkarê êş û elemên me di mideha 73 sal dîroka vî welatî ya çêkirina tengasiyan bo Filistînê ye, bi serastkirina vê dîroka reş, hikûmeta Filistînê bi fermî nas bkie.