Mijdar 21, 2021 13:42 Asia/Tehran
  • Heniye karên sereke yên Hamasê eşkere kirin

Serokê mekteba siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) heft karên sereke yên vê tevgerê eşkere kirin.

Li gorî rapora televîzyona El-Eqsayê, Îsmaîl Heniye, serokê mekteba siyasî ya Hemasê, roja yekşemiyê, karê yekem ê serke yê vê tevgerê parastina doza Filistînê û parstina mafê gelê Filistînê bi her buhayekî da zanîn.

Henîyye destnîşan kir ku armanca duyemîn a vê koma Filistînî domandina dînamîzma projeya berxwedanê û pêşxistina wê di warên curbecur de ye.

Vegerandina yekitiya gelê Filistînê û bidawîkirina nakokiyên heyî, çêkirina hevbendiyên siyasî di navbera tevgeran û pêşxistina peywendiyan di hawîrdora erebî û islamî de, danîna peywendiyan bi civaka navdewletî re û bi kar anîna rûdanên cîhanî û guhertinên girîng di helwêstên miletan de li ser Filistînê. Her wiha parastina Qudsê û berevaniya ji wê li hemberî komployên dagirkeran, azadkirina girtiyên filistînî ji girtîgehên Rejîma Siyonîstî ji karên din ên Hemasê yên sereke ne ku Heniye balkişand ser wan.

Serokê mekteba siyasî ya Hemasê herwiha bal kişand ser peywendiyên Hamasê û Komara Îslamî ya Îranê û got: Têkiliyên me bi Îranê re stratîjîk in ji ber ku Îran yek ji stûnên girîng ên projeya berxwedanê ye.

Serepeyv