Mijdar 20, 2021 12:13 Asia/Tehran
  • Berdewamiya xizmetkariya Brîtanyayê ji bo Rejîma dagirker a Siyonîst

Dewleta Brîtanyayê di pêngaveke di çarçêva berjiwendiyên Rêjîma Dagirker a Siyonîst de, Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) xist lîsteya rêxistinên terorîst.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, "Priti Patel" wezîra karên hundur a Brîtanyayê îro Îniyê li daxûyaniyekê bi tevayî qedexekirina her cure çalakiya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) li Brîtanyayê ragihand.

Ji aliyê din ve Hamasê bi weşandina daxûyaniyekê rexne li biryara dewleta Brîtanyayê ya xistina vê tevgerê di nav lîsteya rêxistinên terorîst de girt û bal kişand ser vê yekê ku ev biryara Brîtanyayê bi xêra Rêjîma Dagirker a Siyonîst û ji bo berjiwendiyên wê ye.

Hemasê di vê daxûyaniyê de bang li gel û komên Filistînê û alîgirên doza Filistînê li Brîtanya û Ewropayê kir ku biryara Londonê ya li dijî Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê şermezar bikin.

Hamasê di van salên dawî de bi ceribandinên mûşekî yên curbicur û meşqên leşkerî, berxwedana xwe zêde kiriye û li dijî Rejîma Siyonîstî bergirî pêk aniye.

Serepeyv