Nerahetî û dilgiraniya Amerîka ji ber hevdîtina Wezîrê Derve ya Îmaratê û Serokomarê Sûriyê
Şandeke bilind a Îmaratê serdana Şamê kir û ligel Serokê Sûriyê civiya, Amerîka jî dilgiraniya xwe ji vê civînê nîşan da û ragihand, ew asta peywendiyên xwe ligel Esed naguherin.
Wezîrê Derve yê Îmarata Erebî Ebdulla bin Zayid Al-Nehyan duh serdana Şamê kiribû û ligel Serokomarê Sûriye Beşar Esed civiyabû.
Serokomariya Sûriye ragihand, di civînê de pêwendiyên dualî û pêşxistina hevkariyan di gelek waran de hatine gotûbêjkirin. Serokomarê Sûriyê herwiha tekez kir, Îmarat her tim li kêleka gelê Sûriyê bû.
Wezîrê Derve yê Îmaratê jî, piştevaniya welatê xwe ji bo hewlên bicîhanîna aramiyê li Sûriyê anî ziman û got, tiştê li Sûriyê çêbûye, bandora xwe li hemû welatên Erebî kiriye.
Li ser vê civînê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand, rêveberiya Amerîka ji vê civînê dilgiran e û bêyî binpêkirinên welatê xwe li Sûriyê û li dijî gelê vî welatî bi bîr bîne, bang li welatan kir, kiryarên hovane yên ku rêjîma Esed pêk anîne li ber çav bigrin.
Price got, Amerîka piştevaniya li ti hewlên ji bo asayîkirina pêwendiyan bi rêjîma Esed re nake. Wî herweha bi vî îdiayê ku hikûmeta Sûriyê kiryarên hovane dijî gelê xwe encam dane desnîşan kir ku welatê wî ticaran ew pêwendiyên xwe bi hikûmeta Esed re asayî nake.