Yehya Serî: Ji rizgarkirina parêzgeha Meribê tenê du bajar mane
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê amaje bi hûrgiliyên qonaxa duyemîn a operasyona Rebî El-Nesirê kir û got: Heta azadkirina parêzgeha Meribê tenê du bajar mane.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Fars News`ê, Yehya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê got: Hêzên çekdar di hefteyên dawî de li parêzgehên El-Beyda, Şebwe û Meribê operasyonên serbazî yên serkeftî pêk anîne.
Wî herwiha got ku hêzên yemenî karîbûn parêzgeha el-Beyda bi temamî rizgar bikin.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê amaje bi berdewamiya operasiyonên leşkerî heta azadkirina vî welatî û bidestxistina azadî û serxwebûnê kir û got: Navçeyên El-Cuba û Cebel Murad li Meribê bi panatiya hezar û sed Kîlometrên çarkonc di qonaxa duyemîn a operasyona Rebî El-Nasr de hatin rizgarkirin.
Serî her wiha got: Hêzên yemenî devera El-Amûdê rizgar kirin û gihîştin nêzîkî devera Felacê li deriyê bajarê Meribê.
Berdevkê Fermî yê Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand: 159 êrişên balafirên şer ên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî li qonaxa duyemîn a operasyona Rebî El-Nesirê, rê li ber pêşveçûna şervanên me negirt.