Cotmeh 28, 2021 18:41 Asia/Tehran
  •  Welatiyên Qudsê bertekên tund nîşanî rûxandina goristana Yûsifiyê da

Ev 3 roj in hêzên Rejîma Siyonîst bi bihaneya ku ew erd girêdayî Şaredariya bajarê Qudsê ye, goristana Yûsifiyê ya li nêzî Mizgefta El-Eqsayê hildiweşîne.

Filistîniyên Qudsê li hemberî rûxandina goristana Yûsifiyê, li pêşiya goristanê xwepêşandan kirin û nehiştin wesayitên şaredariyê bikevin goristanê. Her wiha bi hêzênsiyonîst re ketin pevçûn û li hemberî vê yekê hêzên rejîma Siyonîst gelek ji wan birîndarkirin û gelek jî binçavkirin.

Muftiyê Giştî yê Qudsê Mihemed Husên alema erebî û îslamî wekî berpirsiyarên mezin ên hedefgirtina cihên pîroz ên îslamê û binpêkirina hirumeta wan ji aliyê Rejîma Îsraîlê ve, nîşan dan.

Mihemed Husên got ku hedefgirtina goristanên Îslamê li Qudsa dagirkirî ji aliyê Rejîma Îsraîlê ve, di çarçoveya hewldanên wê yên guhertina cografî û demografiya bajêr de tê kirin.

Berdevkê Tevgera Fetihê Muniz El-Hayik jî ji ANHA`yê re destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê li dijî miriyên li goristana Yûsifiyê sûcan pêk tîne û ev yek “wêneyê rast yê qirêj ê Rejîma Îsraîlê nîşan dide”. El-Hayik ev kiryar wekî xeteriyeke mezin bi nav kir.

El-Hayik bang li tevahî cîhanê kir ku ji bo parastina gelê Filistînê û parastina goristanan û cihên pîroz ên li Qudsê, Rejîma Îsraîlê neçarî pêkanîna biryarên şerî yên navneteweyî û qanûna navneteweyî bike.

Berdevkê Tevgera Hemas Ebduletîf El-Qanûh jî ji ANHA`yê re wiha axivî: “Sûcên desthilata Rejîma Îsraîlê yên domdar li dijî şêniyên Qudsê û bi taybetî rûxandina û vekirina gorên li goristana Yûsifiyê, asta binpêkirinên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê yên zindî û mirî piştrast dike.”

El-Qanûh destnîşan kir ku kiryarên Îsraîlê li Qudsê “binpkirina hemû qanûnên navneteweyî û olên ezmanî ye û bi armanca avakirina mêtîngehên Îsraîlê li ser erdê me yê pîroz e û hurmeta meriyan binpê dike.”

Serepeyv