Cotmeh 19, 2021 11:39 Asia/Tehran
  • Seyid Hesen Nesrullah: Bûyerên roja Pêncşemiyê li Beyrûtê xeternak û ciyawaz bûn

Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê Duşemiyê bi şev di axaftinekê da bûyerên roja Pêncşemiyê li vî welatî girîng û xeternak da zanîn û got: Ev bûyer hewcedarê diyarkirina helwêstê ne.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê tevî amajeya bi cinayeta roja Pêncşemiyê li Beyrûtê ku ji aliyê mîlîtanên ser bi partiya El-Quwat El-Libnaniyeyê bi serkirddetiya Semîr Cei'ce' pêk hatin, got: Partiyek li Libnanê heye ku li dû wê ye şêniyên Zahiyeya başûr a Beyrûtê hertim hesta tirs û nîgeraniyê bikin.

Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê bi gotina vêya ku serokên vê partiyê li dû pêkanîna dijminatiya nerast û komplogeriyê navbera mesîhî û misilmanan in, got: Armanca vê wehşetçêkirina berdewam ev e ku ev partî xwe wek berevana ssereke ya mesîhiyan bide nasandin.

Seyid Hesen Nesrullah tevî dayîna sersaxiyê bo malbatên şehîdên roja Pêncşemiyê yên Beyrûtê, got: Ji bo vê partiyê tu girîngiyek derbarê pevçûna leşkerî û şerê navxweyî ytuneye, ji ber ku karekî wiha dikeve ser xêra berjewendiyên derveyî yên wê.

 

Serepeyv