Tebax 26, 2021 23:18 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Rejîma Siyonîst li Waşîngtonê dixebite Biden qayil bike ku venegere Rêkeftina Navokî

Îro di civîna yekemîn a serokomarê Amerîkayê Joe Biden û serokwezîrê Rejîma Îsraîlê Naftali Bennett ji bilî têkiliyên dualî, bernama nukleerî ya Îranê û mesela venegerîna Amerîkayê ser Rêkeftina Navokî tên gotûbêjkirin.

Di civîna îro ya serokê Amerîkayê Joe Biden serokwezîrê rejîma Siyonîst Naftali Bennett bernama nukleerî ya Îranê û xurtkirina piştgiriya Amerîkayê ya ji Rejîma Îsraîlê tên gotûbêjkirin.

Rayedarekî payebilind ê rêveberiya Biden ji rojnamevanan re axivî û got ev civîna yekemîn e û dê her du alî hev baş nas bikin.

Bennett jî got: “Li Îsraîl(Filistîna Dagirkirî) û Amerîkayê du hikumetên nû hene. Ez bi xwe re ji Qudsê rihekî nû û peyameke nû ya Îsraîlê tînim ji bo ku parve bikim û têkiliyan deynin.”

Beriya destpêkirina sefera serokwezîr Rejîma Siyonîst wî ji rojnamevanan re got: “Biden dostekî kevn û ê rastîn ê Îsraîlê ye.”

 Naftali Bennett li Waşîngtonê dixebite Jeo Biden qayil bike ku venegere Rêkeftina navneteweyî ya Navokî.

Serepeyv