Rejîma Îsraîlê çend avahî li Xeta Xezayê kirin armanc
Îro piştî alozî û tengezariyên li ser sînorê navbera Xezayê û rejîma Îsraîlê û birîndarbûna bi dehan kesan, balefirên şer ên artêşa vê rejîmê gelek avahî û binayên taybet ên li Xazeyê kirin armanca êrîşê.
Tengezarî û aloziyên di navbera Rejîma Siyonîs û Hemasê de her diçe zêde dibe û îro 22.08.2021ê di encama aloziyên li sînor de leşkerekî Îsraîlê û 41 Filîstînî birîndar bûn, ku rewşa tenduristiya 2 kesan ne di cîh de ye.
Ew şer û pevçûn di dema xwepêşandan û nerazîbûnên Filîstîniyan de pêkhatin ku ji aliyê Hemas û milîsên din ve li Xeta Xazeyê hatibûn rêxistin. Li gor zanyariyên çapemeniyê bi sedan hemwelatiyên Filîstînî nêzîk sînorê Filistîna Degirkirî (Îsraîl) dest bi xwepêşandanê kirine û hêzên Rejîma Îsraîlê jî ber bi wan gulle reşandin û gelek ji wan birîndarkirin kirin.
Li gor zanyariyên tenduristiya Xezayê ji ber wan tengezarî û aloziyan du kes ji birîndaran rewşa wan giran e, ku yek ji wan zarokekî temen 13 saliye û gule li serê wî ketiye, lê birîndarên din rewşa wan baştir e.
Ji aliyê din ve artêşa Rejîma Îsraîlê aşkera kir, efserekî wan bi gulleyên Filîstîniyan bi tundî birîndar bûye û balefirên şer ên artêşa Reîma Îsraîlê jî li hember wî Xeta Xazeyê bombebaran kirine.
Heta niha ti zanyariyek derbarê ziyanên canî û darayî yên wê êrîşê de nehatine belav kirin û heman demê de artêşa Îsraîlê jî ragehand ku ji bo bersivdana êrîşên Hemasê hêzeke zêdetir dê li sînoran bicîh bikin.