Hezîran 27, 2021 09:12 Asia/Tehran
  • Li Lubnanê alozî: Gelek kes birîndar bûn

Li bajarê Terablusê yê Lubnanê gulle li ber mala endamê parlamanta Lubnanê Mihemed Kebara hatin reşandin. Di encamê de 6 kes birîndar bûn. Li gelek herêman jî rê hatin girtin.

Li bajarê Terablusê yê bakurê Lubanên xwepêşandêran avêtin ser malên endamên parlamantê. Li ber mala Mihemed Kebara alozî dekret, di encamê de 6 kes birîndar bûn, di nav de rewşeke xeter heye.

Çavkaniyekî ewlehiyê li malpera "Lebanon On" re axivî û hişyar da ku alozî li gelek herêmên din dê belav bibe.

Li aliyekî din girtina riyan li gelek herêman didome. Nemaze piştî ku nirxê dolar li bazarên reş gihişt asteke bilind ku îro 17 hezar lîreyên Lubanên derbas kir.

Li Sûka bazirganiyê ya bajarê Seydayê jî gelek dikan hatin girtin û pankartên wekî "Dolar 17 hezar û 400 e, gel di xew de ye ne layiqî jiyanê ye" hatin vekirin.

Li Qada Şehîdan a Seydayê pevçûn di navbera xwepêşandêran û artêşê de derket. Di encamê de hin xwepêşandêr birîndar bûn. her wiha li ber stasyona sotemeniyê jî gulle hatin avêtin.

Serepeyv