May 21, 2021 16:23 Asia/Tehran
  • Xelkê Xezeyê û qirxê Rojavayê Çemê Urdin

Li gor çavkaniyên nûçan piştî ragihandina agirbestê û serketina berxwedana Filistînê li hemberî dagirkerên Siyonîst, gelê Filistînê li hemî bajarên zîvala Xezayê û qiraxa Rojavayê Çemê Urdinê ketin kolan û çarsiyan û ev serketin pîroz kirin û cejn girtin .

Medya Rejîma Siyonîst ji wan Kanala televîzyonî ya 13 ya vê rejîmê şeva borî ragihand ku hikûmeta rejîma Îsraîlê pêşniyara agirbesta yekalî ya serokwezîrê rejîmê Binyamîn Netanyahu ku ji saet 02:00 bi dema Tel Avîvê despê dibe pesend kiriye.

Piştî ragihandina agirbestê, şahiya fîlîstîniyan li kolanên Xezayê û tekbîrgotina filistîniyan li ser banê malan li her derî despê kir çûnku filistînî vê agirbest û rawestandina şer, wek serketina berxwedanê û guhertina hevkêşeyên meydanî û hevsengiya hêzan di berjewendiya Filistînyanvê de dibînin .

Ebû Hemze, berdevkê Hêza Quds basa leşkerî  ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, got: "Em ê pabendî rêkeftina agirbestê bibin ku serê sibê roja Înê di saet 2ê sibeyê de hate ragihandin, lê em ê bersîva her êrişek dijmin bidin."

Leşkerên Siyonîst ên dagirker roja Duşemê (10ê Gulanê) dest bi êrişên hovane li dijî Zîvala Xezeyê û fîlîstîniyan kirin û di encamê de 230 filistînî şehîd kirin, ji wan 65 zarok, 39 jin û 17 kal û pîr bûn û 1719 kes jî birîndar bûn.

Serepeyv