May 21, 2021 15:46 Asia/Tehran
  • Rejîma Siyonîstî ji ber berxwedana filistîniyan neçar ma agirbesê ragihand

Rejîma Îsraîl bi serokatiya Binyamîn Netanyahu neçar ma li hemberî berxwedana filistînî bi rengekî yekalî di şerê li dijî Hemas de agirbest ragihand.

Kanala televîzyonî ya 13 ya Rejîma Îsraîlê ragihand ku hikûmeta vê rejîmê pêşniyara agirbesta yekalî ya serokwezîrê rejîmê Binyamîn Netanyahu pesend kiriye û dê agirbest ji saet 02:00 bi dema Tel Avîvê kete meriyetê.

Hikûmeta rejîma Îsraîl ragihandiye, biryara agirbest piştî hevdîtin bi hikûmeta Misrê re hatiye dayîn.

Ev çend roj bûn hikûmeta Misrê bo sekinandina şerê rejîma Siyonîs li dijî filistîniyan navbeynkarî dikir.

Heta niha nayê zanîn helwesta Hemas dê çi be. 

11 roj in di navbera rejîma Îsraîl û berxwedana filistînê de şerekî tund heye. Heta niha bi sedan filistînî şehîd û birîndar bûne.

Serepeyv