May 20, 2021 00:01 Asia/Tehran
  • Berdewamiya êrişên Rejîma siyonîstî li dijî filistîniyan û amara nû ya şehîd û birîndarên filistînî

Rejîma Siyonîstî di dewama êrişên xwe yên li dijî gelê mezlûm ê Filistînê de cardin deverên curbicur li zîvala Xezeyê kirin hedefa êrişên balafirên cengê û topxana xwe.

Li gorî ajansa nûçeyan a Tesnîmê; Artêşa Rejîma Siyonîst vê Çarşemê avahiya niştecihbûnê ya li Kolana El-Şuheda ya li Xezeyê bombebaran kir ku di encamê de du Filistînî şehîd bûn.

Balafirên şer ên Rejîma Îsraîlê her wiha herêma Qelîbo ya li rojhilatê Cebalya li bakurê Şerîda Xezeyê kirin hedef.

Artêşa rejîma dagirker herêmên li Dêr el-Belh ên li navenda Xezeyê bombebaran kirin û herêmên rojhilatê Refehê jî bi topan hedef girtin.

Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst berî niha jî xaniyek li Hey el-Zeytûn a li rojhilatê Xezeyê û kampa el-Mexazî ya li navenda zîvala Xezeyê bombebaran kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê îro Çarşemê, di roja dehemîn a êrişa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Gezeyê de ragihand: jimara şehîdên ji ber van êrişên Rejîma siyonîst ser zîvala Xezeyê gihêştiye 219 kesan ku ji wan 63 zarok û 36 jin û 16 kes jî kal û pîr in.

Vê wezaretê her wiha diyar kir kujimara birîndran li zîvala Xezeyê ji 1530 kesan derbas bûye ku ji wan 450 zarok û 295 kes jî jin in.

Di vê navberê de çavkaniyên nûçeyan ragihanin ku 23 filistînî jî li qiraxa Rojavayê Çemê Urdinê şehîd bûne û 3825 kes jî birîndar bûne.

Hêzên dagîrker ên siyonîst ji Duşema borî (10ê Gulanê) êrîşên xwe yên hovane li dijî Qiraxa Rojavayê Çemê Urdinê û Zîvala Xezeyê dan destpêkirin.

Serepeyv