Topxaneya Rêjîma Siyonîst êrîşî ser başûrê Libnanê kir
May 18, 2021 10:15 Asia/Tehran
Medyayên libnanî qala êrîşên topxaneya Rêjîma Siyonîst ser başûrê Libnanê kir.
Li gorî rapora kanala libnanî ya El-Neharê, Rêjîma Siyonîst Duşemiyê bi şev zeviyên Şeb'ayê li başûrê Libnanê dane ber êrîşên topxaneyê.
Ji aliyê din va artêşa Rêjîma Siyonîst îdia kir ku 6 roket ji Libnanêî va ber bi bakurê erdên dagirbûyî hatin avêtin û hêzên topxaneya Israîlê wek bersiva bo vê êrîşê, roket avêtine aliyê bajaroka sînorî ya Keferşûbayê.