May 17, 2021 23:46 Asia/Tehran
  • Di êrişa balafirên rejîma Îsraîlê de fermandeyekî berxwedana Filistînê şehîd bû

Di êrişa balafirên rejîma Îsraîlê de ser Şerîda Xezayê fermandeyekî komên berxwedana Filistînê şehîd bû.

Li gorî ajansa nûçeyan a Şehab, îro Duşemî, tirimbêla "Hisam Ebû Herbîd", fermandarê Lîwaya Bakurê Xezayê di Hêzên Quds de, li Zîvala Xezayê, ji hêla Rejîma Siyonîst bû hedefa roketek ku di encamê de serfermandarê Fîlîstînî şehîd bû.

Rêjîma Siyonîst navçeyên din ên Xezeyê jî bombebaran kir, di nav wan de Xan Yûnis bû ku li wir jî du Filistînî şehîd bûn.

Artêşa Rejîma Îsraîlê ku ji ber pêlek girseyî ya operasyonên mûşekî yên ji hêla komên berxwedêr ên Fîlîstînî ve li Zîvala Xezeyê aciz bûye gefa terorkirinê li serokên Hamas xwar.

Eliezer Toledano, fermandarê hêza başûrî ya arteşa Rejîma Siyonîstî yê berpirsiyarê êrişên vê hefteya dawiyê li Zîvala Xezeyê, îdia kir ku rêberên payebilind ên Hemasê, di nav wan de serfermandarê giştî yê Hamasê Muhemed El-Zeyf û serokê buroya siyasî ya Hamasê Yehya el-Senwer li Zîvala Xezeyê wê werin terorkirin.

Şer û pevçûnên di navbera berxwedana Fîlîstînî û Rejîma Siyonîstî roja Duşemê (10ê Gulanê) piştî bidawîbûna derfeta ku berxwedanê dabû Tel Aviv ji bo ku êrişên xwe li Qudsê û Mizgefta El-Aqsayê bi dawî bike, dest pê kir ku tê de 218 Filistînî şehîd bûn û bêtirî 5,604 jî birîndar bûn.

Serepeyv