Komên Filistînê biryara derengxistina hilbijartinan red kir
Hin komên Filistînê biryara serokê Rêxistina Xwebirêvebirinê ya Filistînê Mehmûd Ebas a derengxistina hilbijartinan red kir. Her wiha bang kirin ku bêyî destûra Îsraîlê Qudsê tev li hilbijartinan bikin û Hemasê jî ev paşdaxistin wek darbe bi nav kir.
Piştî ku serokê Rêxistina Xwebirêvebirinê ya Filistînê Mehmûd Ebas derengxistina hilbijartinan ku dihat payîn di 22`yê Gulanê de werin lidarxistin ragihand, komên Filistînê ev biyara wî red kir û bi daxuyaniyên cuda deregxistin wek serîtewandina ji dagirkeriyê re û serweriya Fetihê li ser çarenûsa filistîniyan û doza Filistînê berpûirsyar bi nav kir.
Tevgera Hemasê di daxuyaniya xwe de got: “Biryara tevgera Fetihê û desthilatdara Filistînê ku birêz Mehmûd Ebas serokatiya wê dike ya derengxistina hilbijartinan, cihê mixabiniyê ye. Tevgera Fetih û hikumeta Filistînê berpirsên vê biryarê û encamên wê ne. Ev yek li ser xeta hevkariyê û lihevkirinên nîştimanî derbeyek e û nabe ku rewşa nîştimanî û erêkirina gel bi ajandeyên komekê ve werin girêdan.”
Hemasê wiha daxuyaniya xwe domand: “Gelê me yê li Qudsê îsbat kir ku dikare vîna xwe li ser dagirkeran ferz bike. Ew dikare hilbijartinan li dar bixe.”
Li aliyekî din ji fermandarên tevgera Cîhada Îslamî Xidir Hebîb got: “Derengxistina hilbijratinan bi redkirina Îsraîlê ya lidarxistina hilbijartinan li Qudsê ve ne girêdayî ye. Lê belê hikumet ji tirsa ku hinek komên berxwedanê yên ku projeya Osloyê red dikin bigihêjin desthilatê, naxwaze hilbijartinan li dar bixe. Her wiha Eniya Gel a Rizgakirina Filistînê, gelek lîsteyên serbixwe û Şepêla Tevgera Fetih a bi pêşengiya Mihemed Dehlan ragihand ku ew biryara taloqkirinê red dike.“
Dihat payîn ku hilbijartinên Filistînê li ser 3 qonaxan; yên parlamentoyê di 22`yê Gulanê de, yên serokatiyê di 31`ê Tîrmehê de û hilbijartinên Meclisa Nîştimanî di 31`yê Tebaxê de bên lidarxistin.
Lê belê Mehmûd Ebas êvara pêncşemê di xîtaba xwe ya li avahiya serokatiyê de li Remallahê beriya civîna komîteya rêveber a Rêxistina Rizgarkirina Filistînê ji bo diyarkirina çaranûsa hilbijartinên Filistinê, ragihand ku Îsraîlê der barê lidarxistina hilbijartinan li Qudsê de bi hinceta tunebûna hikumeta Îsraîlê, bersiv nedaye.