Nîsan 28, 2021 23:43 Asia/Tehran
  • Muhemed bin Selman: Erebistan dixwaze ku bi Îranê re têkiliyan baş hebe

Welîehdê Erebistana Siûdî got ku Îran welatek cîran e û Riyaz hêvî dike ku bi Tehran re têkiliyên baş hebin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îran Press îro Çarşemê; Welîehdê Siûdî Muhemed bin Selman got:" Riyaz bi welatên herêmê û cîhanê re dixebite da ku rêyekê bibîne ku bi Îranê re têkiliyên baş bi dest bixe ku ser qazanca hemiyan bibe. "

Bin Selman işaret bi armancên hevpar ên her du welatan kir û got ku Riyaz dixwaze Îran welatek dewlemend be û herêm û cîhan ber bi geşbûn û serfiraziyê ve biçe.

Welîehdê Erebistanê Bêyî ku behsa binpêkirinên dubare yên rêkeftina agirbestê ji hêla welatê xwe li Yemenê bike, îdia kir ku Riyaz hêvî dike ku Hikûmeta Rizgariya Neteweyî ya Yemenî wê peymana agirbestê bipejirîne û li ser maseya gotûbêjê rûne.

Du meh berê, Erebistana Siûdî pêşnumayek pêşniyar kir ku Riyaz îdia dike li Yemenê li dû aştiyê digere.

Hikumeta rizgariya neteweyî ya Yemenî nexşerêya Erebistana Siûdî nerewa û dubarekirina daxwazên êrişkaran bi nav kir, û dawîkirina êrişên bejayî û ezmanî û rakirina dorpêça şeş-salî ya Yemenê wekî gava yekem ber bi agirbestekê ve da zanîn.

Serepeyv