Êrişa balafirên bê mirov ên Yemenî ser bingeha Melik Xalid li Erebistana Siûdî
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê îro Çarşemê ragihand ku balafireke bêpîlot a artêş û komîteyên gel êrişî ser baregeha hewayî ya Melik Xalid li devera Xamîs Muşeyt ya başûrê Erebistana Siûd li parêzgeha Esîr kir.
Li gor ajansa nûçeyan a Tesnîm, Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Yehya Serî ragihand: Balefireke bêpîlot a artêş û komîteyên gelêrî yên Yemenê ya Qasif K2 bargeha hewayî ya Melik Xalida Siûdî kir hedefa êrişê û xisarên giran ên canî û malî lêxistin.
Yehya Serî diyar kir ku di vê operasiyonê de hefeên hatine berçavgirtin bi diqeteke zav hatine roxandin û ev êriş di bersiva berdewamiya dorpêç û êrişên Hevpeymaniya Siûdî ser Yemenê pêk hatiye.
Balafirgehên Cîzan û Ebha û her wiha Binkeya Hewayî ya Melik Xalid a li başûrê Erebistana Siûdî, di mehên borî de gelek caran ji hêla yekîneyên balafirên bêmirov û mûşekên artêşa Yemenê û Komîteyên Gel ên Yemenê ve hedef hatin girtin.
Ev du balafirgeh û her wiha Bingeha Hewayî ya Melik Xalid, ji bo sotemeniya balafiran û piştgirîkirina balafirên şer ku di êrîşên hewayî yên koalîsyona Siûdî ya li dijî Yemenê de têne bikar anîn.