Êrîşa balefirên bêmirov ser armancine girîng li başûrê Erebistanê
Nîsan 23, 2021 09:17 Asia/Tehran
Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê qala êrîşa balefirên bêmirov ên artêş û komîteyên gelanî yên vî welatî ser armancine girîng li başûrê Erebistanê kir.
Li gorî rapora El-Mesîreyê, Yehya Serî', Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê got: Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê berbanga îro Îniyê, baregeha asimanî ya Melik Xalid li navçeya Xemîs Meşîtê li başûrê Erebistanê bi du balefirên Qasif K2 dane ber êrîşê.
Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê got: Kompaniya neftêî ya Aramkoya Erebistanê li navçeya Cîzzanê jî ketiye ber êrîşa balefira Smad-3 ya hêzên yemenî.