Nîsan 16, 2021 20:16 Asia/Tehran
  • Pevçûna navxweyî di navbera kirêgirtiyên Alê Siûd de li Maribê

Çavkaniyên Yemenî dibêjin pevçûneke dijwar di navbera hêzên Serokomarê Yemenê yê îstîfakirî Ebd Rebeh Mensûr Hadî û hevpeymaniya Siûdî û partiya El-Îslah a li Mariba Yemenê didome.

Li gorî kanala Al-Mayadin, çavkaniyên meydanî îro Înê ragihandin ku di pevçûna navbera hêzên Mensûr Hadî û hêzên hevpeymaniya Siûdî û partiya El-Îslah de di Mariba Yemenê de hejmarek ji hêzên Mensû Hadî û hêzên hevpeymaniya Siudî hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî Navenda Agahdariyê ya Marib, endamên El-Îslahê sotemeniya hewceyê santralên elektrîkê dabîn nakin û nikarin vê yekê bikin, dema ku germa dijwar di meha Remezanê de niştecîhan aciz dike û ew ji vê rewşê êş û zehmetiyan dikişînin.

Çekdarên El-Îslah di heman demê de xeta di navbera stasyona pompaja nefta Safer a li rojhilatê Maribê û navenda vî bajêrî qut kirine û rê nadin ku sewqiyata sotemeniyê bikeve bajêr.

Li gorî raporê, endamên El-Îslah rojane nêzîkê 40,000 bermîlên neftê ji Safer didizin û li sûka reş difroşin, lê nahêlin ku xelkê parêzgehê çavkaniyên xwe yên neftê bikar bînin.

Qutbûna kehrebayê û kêmbûna xizmetkariyê li parêzgeha Marib bûye sedema hêrsbûna giştî li vê parêzgehê.

Ji ber ku hêzên artêşa Yemenê û komîteyên gelêrî yên girêdayî Ensarullahê baregeha leşkerî ya koalîsyona Siûdî ya Kûfel a li herêma Sarawah a Marb xistin bin kontrola xwe pevçûnên li Marib dijwar bûn.

Serepeyv