Nîsan 16, 2021 14:24 Asia/Tehran
  • Rejîma Îsraîlê çend deverên Xezayê bombebaran kirin

Piştî çend saetan bersiva Hemasê bo cinayetên rejîma Siyonîstî, vê rejîmê diyar kir ku balafirên şer ên wê nuqteyên Hemasê yên li Xezayî bombebaran kirin.

Artêşa nûçeyan a Rejîma Îsraîlê ragihand ku vê sibehê wekî bersivdayîna avêtina mûşekekê ji Xezayê ber bi başûrê Îsraîlê ve, wan êrişên hewayî li dijî Xezayê pêk anîne.

Artêşa Rejîma Îsraîlê bi daxuyaniyekê îdia kir: “Wek bersivdayîna avêtina mûşekan ber bi Îsraîlê ve, balafirên şer li dijî nuqteyên çêkirina amûrên şer, tuneleke ji bo qaçaxkirina çekan û nuqteyeke leşkerî ya Hemasê li Xezayê, êrişên hewayî pêk anîn.”

Demekê berê berdevkê Meclisa Herêmî ya Herêma Şair Hanegew gotibû mûşek li deverekê ku kesek lê tune ye ketiye û tu zirar an jî windahî çênebûne.

Artêşa rejîma siyonîstî eşkere kir ku hejmareke şêniyên bajarê Siderot ê bakurê Xezayê xwe li jêrzemînan parastine.

Serepeyv