Nîsan 10, 2021 10:07 Asia/Tehran
  •  Misirê diyalogên bi Tirkiyê re taloq kirin

Qahîreyê diyalogên normalîzekirina têkiliyên bi Enqerê re ji bo demekê taloq kirin û heta demekê din jî peywendiyên ewlehiyê bi Eneqerê re jî rawestandin.

Çavkaniyan ji tora El-Arebiyê re diyar kir ku Qahîrayê peywendiya bi Enqereyê re heta pêkanîna daxwazên Misirê taloq kir û da zanîn ku derengxistina vekişandina dewleta Tirkiyê a çeteyên girêdayî xwe ji Lîbyayê de, hişt ku Misir civînên xwe pê re taloq bike.

Heman çavkaniyan ji El-Arebiye re daxuyand ku Enqerê ji bo vekişandina hêzên xwe yên leşkerî û çeteyên xwe ji Lîbyayê demeke zêde xwest, lê Misirê jî ji dewleta Tirkiyê xwest ku bê merc yekser ji Lîbyayê vekişin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Enqerê gelek çalakiyên Îxwanan taloq kirin, lê Qahîrayê banga tedbîrên hemdemî û xwesteka radestkirina Yehya Mûsa û Elaa El-Semahî kir, lê dewleta Tirkiyê daxwaza derengxistinê kir.

Li gorî çavkaniyên ku ji El-Arebiye re eşkere kiriye, dewleta Tirk soz daye ku beriya meha Remezanê dê gelek tedbîrên li dijî kanalên Îxwanan pêk bîne, lê Misirê jî agahî da dewleta Tirkiyê ku divê yekser tedbîrên li dijî kanalên Îxwanan pêk bîne.

Serepeyv