Ensarullahê ji siyaseta Amerîkayê derheqê Yemenê rexne kir
Nîsan 04, 2021 13:35 Asia/Tehran
Serokê Komîteya bilind a Înqilaba Yemenê ji siyasetên Amerîkayê derheqê vî welatî rexne kir.
Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya El-Mîsîreyê, Muhemed Elî Husî, Serokê Komîteya bilind a Înqilaba Yemenê got: Amerîkî îdia dikin ku navê Ensarullahê ji lîsteya terorîsmê derxistiye, di vê rewşê da çima dorpêça li dijî gelê Yemenê hema wisa berdewam e û di vî warî da karekî nakin?
Husî bi gotina vêya ku amerîkî tenê îdia dikin ku li dû çareserkirina qeyrana mirovî li Yemenê ne, got: Heta niha tu cûre kiryareka pratîkî ji aliyê amerîkiyan va jibo bidawîanîna şerê Yemenê pêk nehatiye.