Li Misirê du tren li hev ketin: 32 kes mirin, 66 kes jî birîndar bûn
Adar 27, 2021 00:03 Asia/Tehran
Li gor zanyariyên çapemeniyê îro 26.03.2021ê li Misirê du tren li hev ketin û di encamê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, 66 kes jî birîndar bûn.
Li peravên Çemê Nîlê li bajarê Sohac ê Misirê du trenan li hevdan û li gor zanyariyên destpêkê 32 kes mirin û 66 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya rayedarên Misirê bûyer li bajarê Sohacê ji ber lihevketina du trenan pêkatiye û di bûyerê de 3 vagon ji rê derketine û 32 kesan jiyana xwe ji dest dane û 66 kes jî birîndar bûne.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn destpê bûne.