Îro hilbijartinên parlamenta Rejîma Israîlê birêve çû
Adar 25, 2021 00:45 Asia/Tehran
Îro ji bo parlamenta rejîma Siyonîstî hilbijartin birêve çûn. Di nav 2 salan de ev 4emîn hilbijartinên Parlamentê ne ku birêve diçin.
Biryar bû ev hilbijartin di sala 2023ê de bêne kirin, lê ji ber ku pirsgirêk li ser budceya Rejîma Siyonîstî derket û parlamenta rejîma Îsraîlê hat hilweşandin, biryar hat dayîn hilbijartin îro birêve biçin.
Benjamîn Netayahu ku 12 sal in serokwezîr vê rejîmê ye û dixwazin berdewam be jî, tê îdiakirin ku yek ji xalên herî bihêz ku şensê wî zêde dike bi ser keve, dabeşkirina vaksîna Korona ye.
Li gor rapirsiyên herî dawî, wê partiya Netanyahu Likud 32 kursiyan bidest bixe, lê ji bo pêkanîna hikûmetê, pêwîstî bi 61 kursiyan heye ji ber ku parlamenta rejîma Îsraîlê ji 120 kursiyan pêk tê.