Berpirsê yemenî: Biryara rakirina dorpêça Yemenê di destê Amerîkayê da ye
Adar 17, 2021 16:10 Asia/Tehran
Serokê Komîteya karên hêsîran di dewleta Filitandina Neteweyî ya Yemenê da got: Biryara rakirin an mayîna dorpêçkirina Yemenê tenê di destê Amerîkayê da ye.
Li gorî rapora Fars Newsê, Ebdulqadir Murteza, Serokê Komîteya karên hêsîran di dewleta Filitandina Neteweyî ya Yemenê da got: Gelê Yemenê dizane ku Amerîka biryara rakirin an mayîna dorpêçkirina vî welatî dide û Erebistanê di vî warî da tu desthilateka xwe tune.
Muhemed Ebdulselam Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê jî demek beriya niha gotibû ku pêvajoya dîplomatîk jibo çareserkirina şêrr li vî welatî, bi rakirina dorpêçê û bidawîanîna destdirêjiya ser Yemenê dest pê dibe.