Adar 14, 2021 15:25 Asia/Tehran
  • Xwepêşandanên li Libnanê didomin

Libnanî ji bo şermezarkirina şert û mercên aborî, darayî û siyasî yên xirab duh herikîn Qada Şehîdan a Beyrûtê.

Yekemîn konê şermezarkirinê li Qada Şehîdan hate vedan, welatî bi koman herikîn bin kon da ku konekî din vedin.

Xwepêşanderan gotin: "Desthilata serdest û milîsên wê nikarin serdestiya xwe berdewam bikin û destshilatê li gel bikin, dîsa nikare pariya nan li wan û li artêşa Lubnanê qedexe bike."

Li ser banga leşkerên teqawîd, xwepêşanderan li ber deriyê sêyemîn û Berava Beyrûtê meşek li dar xist, piştre li pêşiya parlemanê çalakiyek li dar xistin û avahiya parlemanê dan ber keviran, her wiha deriyê hesin ê hewşa parlemanê vekirin.

Generalê teqawît George Nader wiha got: "Xwepêşandana îro(şemiyê) ya li Qada Şehîdan berdewama xwepêşandana duh e. Şoreş dê li hemû meydanan ji nû ve were zindîkirin, helwesta me ya bingehîn ew e ji derveyî partiyan hikumeteke demkî were avakirin ku ji rewşa heyî ya xirab re bibe bersiv û hilbijartinên parlemanê pêk bînin da ku desthilatdariyê ji nû ve saz bikin."

Serepeyv