Adar 10, 2021 23:46 Asia/Tehran
  • Mirina şikber a fermandarekî payebilind ê Siûdî

Hin çavkaniyan derbarê mirina bi şik û guman a fermandarê Baregeha Hewayî ya Melik Ebdullah a Cedehê li Erebistana Siûdî agahî dan.

Li gorî Ajansa Fars News, hin çavkaniyên nûçeyan şeva Sêşemê ragihandin ku Orgeneral Elî Zafer e-Şşehrî, fermandarê Baregeha Hewayî ya Melik Ebdullah a Cedehê, di dema êrişa mûşek û balafirên bêpîlot ên vê dawiyê de ji hêla hêzên Ensarullah ve li armancên kûrahiya axa Siûdî hatiye kuştin. 

Gelek rapor li ser mirina karbidestê leşkerî yê Erebistana Siûdî hene û hin çavkaniyan ragihandine Zafer el-Şşehrî deme hilkişîna ser çiya ketiye û canê xwe ji dest daye.

Di vê navberê de, endamek malbata vî karbidestê leşkerî yê mezinê Siûdî red kir ku ew di dema hilkişîna ser çiya de miribe û got ku el-Zaferî li nexweşxaneyek Cedehê miriye.

Artêşa Yemenê êvara Yekşemê ragihand ku wan dest bi operasyonek berfereh kiriye û heşt fuzeyên balîstîk avêtine armancên leşkerî û bingehîn li Erebistana Siûdî.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê, Orgeneral Yehya Serî, di civînek rojnamevanî de ragihand ku Yekîneya UAV(balafirên bêpîlot) û Mûşekan ya Yemenê di operasyonek hevbeş de 22 mûşek û UAV li Erebistanê xistin an şandin vî welatî.

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenî ev operasiyon şirove kir û got: " Di vê operasyonê de Kompaniya Neftê ya Niştimanî ya Erebistana Siûdî (Aramco) û her weha bendera neftê ya Ras al-Tenûra û armancên leşkerî li bajarê El-Demmem li rojhilata Erebistanê bi 10 balafirên bêpîlot û mûşekek bûn hedef."

Serepeyv